Ji bo ku Mesela Bedîûzzeman baş bê famê lazime em behsa serhildana wîlayeta Bedlîsê jî bikin û bidin zanîn. Lewra ew hedîse her çiqas di wexta îqtîdara Osmanîyan da pêk hatibe jî, hûkumeta Îttîhad û Teraqqîyê -ku giranîya wan xwedênenas, xerbperest, xefîfmeşreb û ehlê zewq û sefayê bûn- li ser bû. Zeman jî nêzî zemanê herba cîhana yekemîn bû, dunya li nav hev ketibû û geremoleke fikrî di zihnê gellan de hebû.
Ji serhildana Bedlîsê re sê şexsîyetan pêşvantî kiribûn. Ew her sê şexsîyet jî ‘Alimên Medresa Xeyda bûn. Navê wan şêx û ‘Aliman; Mele Selîmê Dimilî, Şêx Şahabeddîn û birê wî Seyîd ‘Elî bû. Mele Selîm di sala 1913an da bo îttîfaqê li ser navê Şêx Şahabeddîn li temamê ‘Alimê herêmê gerîya. Mebesta vê gerrê lidarxistina serhildana li hember hûkumeta Îttîhad û Teraqqîyê û xweserî ya Gelê Kurd, baxusûs xweserîya wîlayeta Bedlîs a li ser îdare û hesasîyeta dînê Îslamê bû. Lewra di wê wextê de îdeologên hûkumeta Îttîhad û Teraqqîyê fikrê neteweperwerîyê derxistibûn pêş û ji xeyrî xwe kes qebûl nedikirin. Her roj hinkî din ji dînê Îslamê dûr diketin û noqî zewq û sefayê dibûn. Di wê wextê de dibe ku Mele Selîm bi xwe çûbe ba Ûstad Bedîûzzeman û wî jî ji wan re ew qene’et û fikrê xwe ê di derbarê biryara serhildanê de gotibe.
Di zemanê Îdrîsê Bedlîsî de li ser biratîya Îslamê xweserî dabûn gellê kurd û ew mûtabeqet 300 sal domîya. Ji ber ku Osmanî li ser qewlê wê biratîyê sekinîn; li dunyayê hukum kirin bi tevî Kurda gihaştin sînorê xweyê fire. Di serî da li nav xwe ‘edalet tesîs kirin, paş re li temamê cîhanê ‘edalet bela kirin. Bi rastî Mele Selîm û hevalê xwe tiştekî xerîb nedixwestin. Di nezera neteweperwerîya Îttîhad û Teraqqîyê de ew tişt xerîb û cûda dihat dîtin. Mesela Îdrîsê Bedlîsî meselekî cûda ye, lazim e bi nivîsek taybet li ser bê sekinandin. Meqseda me di vir da ferqlî ye, em bizvirin ser hedîsa xwe.
Pêşîvanên serhildana Bedlîsê, li ser qanunê şer’î dixwestin ku hukûmetkî Kurda bi serê xwe li Bedlîsê ava bikin. Li ser wê meqsedê bi navê “Rêxistina Îrşad” hereketek ava kirin û li ser wî navî dest bi xebatek berfireh kirin. Wekî çewa wê di paş da li hember qiyama Şêx Se’îd bi pîlan û zanîn li Pîranê provaqasyonek çêkin û nehêlin ku hereketa Şêx Se‘îd bighê meqseda xwe, di destpêka wîladetê de bifetise, bo zulm û bêînsafî û qetliamên wan bibe behane û qoz; ‘eynî di serhildana Bedlîsê de jî pirovaqasyonek wisa kirin. Hê hereketa “Rêxistina Îrşadê” ne gihîştibû meqseda xwe Mele Selîm bi provaqasyon û tehrîkek mezin hat girtin.
Mele Selîm Hate Girtin Û Heqaretkî Mezin Lê Hat Kirin
Serhildana Bedlîsê di 8ê Adara sala 1914an da dest pê dike. Leşkerê hûkumeta Îttîhad û Teraqqîyê, Mele Selîm li Hîzanê binçav dikin. Leşker Mele Selîm digrin û ji bo bibin Bedlîsê bi rê dixin. Lê belê ew ‘alimê ku di herêmê de ewqas biqîmet e, bi qemçika hespê ve girê didin û dixwazin ku heta Bedlîsê wî wûsa bivin. Provaqatoran bi vê hereketê xwe di şexsê wî ‘alimî da heqaret li temamê Kurda dikirin. Ew sîyaseta Îttîhad û Teraqqîyê bû li hember tamamê Kurda. Xeber zû bela bû. Serîyek ji şervanên Kurda girtin pêşîya wan leşkera û hezîmet dan wan, hê Mele Selîm ne gihandibûn Bedlîsê ji dest wan derxistin û xelas kirin. Êdî mecbûrîyet hasil bûbû. Xeyr ji serhildanê tu rêkî din nema bû. Loma Mele Selîm derbasî serê şervanê xwe bû û di 12ê Nisanê de Bedlîs bi dest xist. Hukûmeta Îttîhad û Teraqqîyê li ser sitendina Bedlîsê pir tirsîya û ‘ecele kir. Qolordîya leşkera a nehemîn şand herêma serhildanê. Ji alîyekî din va jî însanên ku di herêmê de qedrê wan tên zanîn û serekê ‘eşîrane xwestin bikşînin ba xwe yan jî wan bêteref bihêlin. Ev jî exlaqê wanê her gav û zemanan bû. Di encama vê siyasetê de hereketa Bedlîsê jî hê ne gişîştibû mexseda xwe tefandin.
Hûkumeta Îttîhad û Teraqqîyê ji bo ku serhildan pir bela nebe, Îdare-î Örfîye (sikiyönetim) î’lan kir. Bi tevî Qolordîya nehemîn ji wîlayetê der û dor jî leşker anî ser Bedlîsê. Walîyê Bedlîsê Mazhar Beg, ji ber ku li hember serhildanê bêçare mabû ji wezîfê girtin û mutasarrifê Sêrtê Mustafa Abdulxalik anîn şûna wî. Însanên ku hê neketine sefê serhildanê sîlihê destê wan tev civandin. Li hember artêşa nîzamî, ji serokê serhildanê Seyîd ‘Elî bi tevî leşkerê di bin emrê wî de bûn vekişîn gundê Xaydayê. Di zemankî kin da jibo zayîat pirr çênebe teslîmî leşkerê hûkumetê bû. Pirr şexsîyetên serhildanê yên bi nav û qîmet hatin girtin. Mele Selîm, îltîcaî konsolosxana Rûs a li Bedlîsê kir. Leşkerê Hûkumetê dor li konsolosxanê girtin û bazara teslîmkirina Mele Selîm bi Ûris ra kirin. Wezîfedarê konsolosxana Ûris li ser berdana ajan û hinik leşker û merivê wanê bi qîmet ê ku li wîlayeta Trabzon girtîbûn, bazara xwe dikirin. Li ser berdana merivê wan wê Mele Selîm teslîmî wan bikirina. Serokên serhildanê ê ku îltîcaî konsolosxana Ûris kiribûn, bazara nav herdû terefa fêm kirin û li firseta çareserîyê geriyan. Şêx Şahabeddin bi tevî hinik hevalên xwe firseta revê dîtin û ji wir revîyan lê belê dîsa bi tevî hevalê xwe li sînorê Qafkas car din hatin girtin. Kesên ku ew dîl girtin wan anîn Bedlîsê û di konsolosxana Ûris a Bedlîsê da zeft kirin. Piştî ku herba Cîhanê ya yekemîn dest pê kir di nav Împeretora Osmanî û Ûris da herba fî’lî destpêkir. Li ser wê, leşkerên Hûkumeta Îttîhad û Teraqqîyê ketin hundurê konsolosxanê, Mele Selîm û hevalê wî yê ku pê re mabûn qetil kirin. Şêx Şehabeddîn, birê wî Seyîd ‘Elî û pirê ‘Alim û rêzanê vî milletî dalqandin û kuştin.
Wexta wan bo daleqandinê bi bal sêdaran ve dibin, Seyid ‘Elî di ber xwe da digrî û hêstira dibarîne. Şêx Şehabeddin li ser birê xwe Seyîd ‘Elî dizvire û jê re wiha dibêje; “Birê min qey ti ji mirinê ditirsî ku ewqas hestirên çawan dibarînî.” Seyîd ‘Elî bi dilkî şewat, bi hêstirên çavan û bi hesretkî kûr li rûçikê kekê xwe yê mubarek dinhêre û weha dibêje: “Kekê! Wellahî ez ji mirinê natirsim. Û ez jibo xwe histira nabarînim. Lê belê qedrê te nehat zanîn, miletê me wê ji ‘alimekî wekî te mehrûm bimîne, loma ez mehzûn bûm û hêstira dibarînim.”
Zaliman herdû birayên ewladresûl bi hevra xeniqandin. Xelkê herêmê pirr mûteessîr bûn û ketin şoqê. Tesîra vê bûyera hezîn bi salan domîya. Gelê herêmê ti car wan ‘alima jibîr nekirin û xwe wek sûcdarê kuştina wan dîtin. Lewra bi hevra hevaltîya wî bikirina, dibû ku ew netîce çê nebûya. Bi wê mehcûbîyetê heta zemanê qiyama Şêx Se’îd man. Çi wexta qiyama Şêx Se’îd despê kir, jibo ku gunekarîya li hember Şêx Şehabeddîn ji ser xwe rakin hevaltî bi qiyamê re kirin. Li ser Seyîda xelkê herêmê şê’r û sitran gotine. Emê li vir ji wan şê’ra du heba di vir da binivîsin.
“Qewlê Şex Şahabeddin[1]
Hey felekê, sed car hawar felekê,
Hawar dikim tu dey nakî
Hey felekê, sed car hawar felekê
Ehle romê li hev civîyane
Xwendin fermana seyîdane
Dayika Şêxa tu bilezîne
Xurca zêra bi xwer’ hilîne
Her Stembolê li têla xîne;
Têla li ser têla tu bişîne
Hedîkê ji waliyê re bişîne;
Belki hefwa mala Xewis bîne;
Van seyîda neşeniqîne;
Ez çûm Bedlisê gelî bi gelî
Jê derxistin cotik welî
Girtin Şêx Şahabedîn Seyid Elî
Avêt bi darê de.
Şerît qetîya ji alî Xwedê de
Xîret ne ma di Îslamê de.
Hey felekê, sed car hawar felekê
Çûm Bîtlîsê gelî bi gelî
Çûm Xeydayê gelî bi gelî
Jê derketin cotek welî
Jê derketin cotek welî
Şêx Şabettin Seyîd ‘Elî
Şêx Şabettin Seyîd ‘Elî
Qewlê Şêx Şehabettîn[2]
Birin birin şêxêm birin
Birin birin kekêm birin
Birin şêxêm bi dar da kirin
Birin xewsêm bi darda kirin
Çûm Bitlîsê di kortê da
Dara qetlê di ortê da
Çûm ‘Xeydayê di kortê da
Dara zulmê di ortê da
Îdam kirin Şêx bi darê da
Îdam kirin Şêx bi darê da
Çûm Bîtlîsê çiya bi çiya
Çûm Xeydayê çiya bi çiya
Bi darda kiribûn cot ewlîya
Ji ba Xwedê kindir qetiya
Go bimbarek hew bi qete
Emrê Xudayêm qediya
Birin birin şêxêm birin
Birin birin kekêm birin
Birin şêxêm bi dar da kirin
Birin kekêm bi darda kirin
Ji Bîtlîsê çûm Tetwanê
Wey xewsê min li Hîzanê
Rêberê dîn û îmanê
Rabûye ji Kurdistanê
Serhildaye jibo Qur‘anê
Birin birin şêxêm birin
Birin birin kekêm birin
Birin şêxêm bi dar da kirin
Birin kekêm bi darda kirin
Şêx Se’îd Û Hevalê Xwe Mehkeme Dibin
Ji ber ku hevdîtina me bi malbata Şêx, nexasim bi ewladê wî yê paşî ku tenê li heyatê mabû re çêbû, em dixwazin ku ji celsekî mehkema Şêx û hevalê wî di vir da binvîsîn. Û ji xeyrî Şêx ew 46 kesê ku li meydana Dax Qapî hatin daleqandin kî ne navê wan di vir da bi rehmet û minnet zikir bikin.
Heyeta mehkema ku Şêx û hevalên wî mehkeme kir, bi navê (Şark Vilayetleri İstiklal Mahkemesi) kî bûn, navê wan û wezîfa wan çi bûn:
Reîs: Mazhar Müfît (Kansu) (Denizli)
Müdde-i Umum (Savci): Ahmed Süreyya (Örgeevren) (Karasi)
Endam: Ali Saip (Ursavaş) (Urfa)
Endam: Lütfi Müfit (Kirşehîr)
Endamê yedek: Avni Doxan (Bozok)
Şêx Se’îdê Palewî
26ê Gûlanê, sala 1925an roja sêşemê di cîhê sinema Dîyarbekir da, li hember qelebalixkî zêde, heyeta mehkemê derbasî cîyê xwe bû. Şêx û hevalê wî jî derbasî cîhê wan kirin. Reîsê Mehkemê Mazhar Mufit fetilî ser Şêx û dest bi pirsên xwe kir:
Lêpirsîna Reîs bi wî hawayî ji bo temamê girtîya berdewam kir. Paşê Mudde-î Umum Sureyya îddaanameya xwe xwend û wiha got:
“Li hember dewleta Tirka, di hinik wîlayetên şerqê de, bi hawakî ku temamê dunyayê bihîst hedîsa serhildanê çêbû. Ew serhildan bê şek û şuphe di hundir da yan jî di dervayê herêma serhildanê de, bi hinik telkînat û tasawwuran pêk hatiye û bi derketina hereketê eşqîya derketine meydanê. Hedîsa serhildanê hawê ku di îddîanamê de jî derbas dibe, guya di bin perda bilindkirina dînê Pêxember da derdikeve meydanê. Lê belê bi meqseda ku hinik erdê mû’eyyen ji dewleta Tirka biqetînin û yekbûna dewletê ji hev bela bikin ev hereket lidar xistine. Ev mehkûmê ku anha di hizûra we da ye bi navê Şêx Se’îdê Xinûsî ye. Wî bi sedan, bi hezara leşker kuştine. Hereketa wî ewlehîya mal û canê xelkê û muslumana ji holê rakirîye. Ew îdarevan û serokê eşqîyayan e. Ew keseke serhişk û xayîn e.”
Mudde-î Umum Sureyya, piştî ku gotin û de’wa xwe qedand dîsa reîs ket pêş û dest bi mehkeme û sualên xwe kir.
…
…
…
…
Mehkemê bi vî awayî dewam kir. Şêx Se’îd digel 47 havalên xwe, li gorî rojnamê roja 29/06/1925an “Rojek berê si’et di 2:00yê de ya bi qerara mehkema Şerq Îstîklalê hatin daleqandin.[3]”
Wekî ku di jor de jî derbas bû, di îfadê Şêx de tiştnê hatine zanîn di heqê qiyamê de ew qebûl dike. Wekî din di heqê qiyamê û kesê ku piştevantî jê re kirîne de agahîyan nade mehkemê. Lewra parastina şêx siyasî ye. Loma mehremê qiyamê veşarî dimînin. Qebûlkirina hevdîtina Seyîd ‘Ebdulqadîr û Şêx ‘Elî Riza ya li Îstenbûlê hatibû zanîn, ketibû çapemenîyê. Ji xwe Seyîd ‘Ebdulqadîr di wî zemanê kin da hatibû bindestkirin û digel Xalid Begê Cîbîrî pir bi ‘ecele hatibû ‘îdamkirin. Ew şehîdê wê de’wa mûbarek yên ‘ewil bûn. Xweda me ji xêr û bereketa wan mehrûm neke.
Gotinên Şêx Se’îd Yên Dawîyê
Daleqandina 46 hevalên Şêx li ber çavê wî temamkirin. Dixwestin bi vîya jî ‘ezab bidin Şêx. Di dawîyê de Şêx birin ber sêdarê û celada jê pirsî; “Gotinekî ku tu bêjî heye?” Şêx li hember wê pirsê gotina xwe ya paşî bi dev negot. Xwest ku bikeve tarîxê û ew kesê ku di pey wî ra werin heqîqeta de’wa wî bi ifade û gotina wî bizanin. Lewra di dirêjîya mehkemê da fam kiribû ku hukumet dixwaze meqseda de’wa wî ya mûbarek veguherine. Kâxiz û qelem xwest û wiha nivîsî:
“Ji daleqandina bi van gûlîyên bêqîmet de tirsa min nîne
Mûheqqeq mucadela min her jibo Xweda û dîn ê.[4]” (28 Hezîrana Sala 1925ê Miladî, Muhemmed Se’îd Palewî el-Amedî[5])
Gotinên Dawî Yên Salih Begê Hênî
Li ber sêdarê gotina dawî ya Salih Begê Hênî bi şi’rekî pirr bi me’ne derbas dibe. Em wê şê’ra wî li jêr teqdîmî xwendevanan dikin ku ew şi’r weha ye:
“ Gerçi enzar-i ehibbadan dahi dûr olmuşuz,
Rahmeti mevlaya yaklaşmakla mesrur olmuşuz.
Hak yolunda müflis u hane-harab olduksa da,
Bu harabiyetle biz manada ma’mur olmuşuz.
Ehli hakkiz, korkmayiz idamdan berdardan,
Çünkü te’yidi ilahi ile mensur olmuşuz.
Hâkimi Mübtil yedinden madrubin olduksa da,
Emri Hakla şarri gara hakkini ifaya memur olmuşuz.
Kul bize zulmen mucazat etse de perva etmeyiz,
Şüphemiz yoktur ki, indillahta me’cur olmuşuz.
Salih’im, ehl-i salahim, dine can kildim feda,
Lütfü hakla taşnegan-i ab-i Kevser olmuşuz.[6]”
Kesê Hatin Daleqandin Navê wan Ev in
“Di şeva ku 28ê Hezîranê bi 29ê Hezîranê ve girê dide de li ber destê şeveqê Şêx Se’îd û 46 hevalên wî li Meydana Dax Qapî hatin daleqandin. Navê wan kesan digel bernavkê wan bi temamî di qeydên sawcîyê mehkema Îstîqlala Dîyarbekir da derbas dibin. Bi şeklê ku di wan qeyda da derbas dibe emê li jêr navê wan kesan binvîsin
Xweda rehm û kerema xwe li teva ke û me jî ji xêr û bereketa wan mehrûm neke.
[1] Abdulkadir Turan, Kürtlerde İslamî Kimliğin Gelişmesi s. 261-262
[2] Arşîva Cevdet Karaman a taybet
[3] Hasan Hüseyin Ceylan, Cumhuriyet dönemi din-devlet ilişkileri, Cilt 1, S. 390-395; 28 temmuz 1925, Şark Îstiklal Mahkemesi karar defteri.
[4] Değersiz dallarda asılmama pervam yoktur benim, Muhakkak ki Mücadelem Allah ve din içindir.
[5] Ceylan, Cumhuriyet Dönemi Din-Devlet ilişkileri, Cilt 1, s1. 395; Hakimiyet i milliye, 2 temmuz 1925
[6] Abdulkadir Turan, Kürtlerde İslamî Kimliğin Gelişmesi, s. 283
[7] Ceylan, Cumhuriyet Dönemi Din-Devlet İlişkileri, Cilt 1, S. 373-375