Kurê min!
Xwe neke hedefa tîrên xelkê yên beredayî. Ji bo vê jî di keşmekeşî û alozîyan de xwînsarîya xwe ji dest bernede. Ji bîr neke, meş jî, fikirîn jî, axaftin jî bi xwînsarane te dibe ser kanîya armancê. Wekî din pirî caran karibe xwe bêdeng bike. Bêdengî gelek caran weke fetisandinê xuya bike jî, lê di rastiyê de giyanxelasker e. Pêşîyên me gotine; bêdengî zêr e, tevî namûs û şerefa pê re…
Kurê min!
Bizanibe meriv bêtir bi kê karibe, bêtir dikare li wan zilmê bike. Tu weke bav dikarî li zarokên xwe û li malîya xwe zilmê bike. Ev şiyan û taqet qewî di te de heye. herwiha kesên ku erca meriv li wan dibuhure, bêtir ji wan hesdike, dikare bêtir bibin hedefa rexneyê te. Lê mêr ew e ku tevî vê ercebuhurînê û digel vê taqet û şîyanê tu zilmê li kesên ji te nizimtir û kêmtir neke. Tew divê ku meriv dilê tu kesî nehêle. Ev jî karê mêrê lawê mêran e. Ewana pîroz in, bi rastî jî…
Di serdemên îqtîdarîyê da, hukum û îstîbdadî bi hêsanî li derî dixe. Ger te ew dawetî hundur kir, tu bi asanî dibî zalimek. Bediuzzeman dibêje; “… di îstîbdada mutleq da, zewqek heye, vêca piştî wê zewqê ‘ezabên mezin derdikevin.” Divê meriv di xurtîya xwe bêtir nerm û dilnizm be. Ne hêsane haaa!!
Kurê min!
Însan ku ze’îf in dikarin me’sûm bin. Biryarê derbarê mesûmîyetîya wan da nede heta ku xurt nebin.
Însan dikarin mustexnî bin heta ku meqamek li bin destê wan tunebe.
Însan dikarin pir bitirsin ji xawrina heram. Lê lez neke ji bo wan, heta dema ku bibin xwediyê perekî pir.
Kurê min!
Carinan serkeftin destpêk in ji bo binketinê. Ji ber vê yekê bi serkeftinên xwe bawer û ewle nebe. Binketin jî bila pir tîran li nêva cegera te nexe. Axirê serketfin û binketin jî derbas dibin û demdemî ne, layîqî kêf û huznên mezin nînin.
Kurê min!
Guh bide rastî û rastîyan û wan bihêle li ba xwe. Guh bide nerast û nerastîyan jî… lê tenê ewqas. Rastîyan eşkere bêje lê bi dengekî nizm. Dengen qîrînawer dilê meriv teng û tal dikin. Divê li kesên hêrsok binêrî û xwe ji hêrsbûnê bi dûr bixî. Lewra heta meriv kesekî ji xwe bêtir hêrsok nebine, meriv hay li nebaşîya vê sinca xwe nabe. Derew marê kor e, hema bi ku derê girt wê bi te vede, hedan û xelasî jê re nîne.
Kurê min!
Ezezî û ezîtîyê konê xwe vedaye li vê esra dilêş. Dibe ku ji hemû qernan bêtir xwe liv ê qernê niştecih kiribe. Herkes bi xwe û bi kirinên xwe şa û bextewer e. Û herkes dixwaze ku tim û tim behsa wan û xebatên wan bête kirin bi şanazî û serfirazî. Tu li rex van dilînên nefsperwer, hifza xwe ji xwe û ji nefsa xwe jî bike. bizane ku serkeftin û qenciyên tu dikî, ji teref rebbê rehîm ve bi te tê kirin, huner ne ya te ye. lê hemû gennîtî, gemarî û nerindî ji te û ji nefsa te ye. eger te ev guhar xiste guhê xwe, tê bikaribî xwe ji vê nexweşiyê dilpak bikî. Ew kesên tûşî nexweşiya “ene” yê bûne jî ji nav zihn û hiş û mijarên jiyana xwe derxe. Lewra ciyê wan kesan hizr û rojeva te nîne belkî nexweşxaneyên ruhî ne, ciyê wan…
Kurê min!
Li karê xwe miqate be. Heta ji te tê, karê îro navêje stuyê sibê. Lewra mêvanên sibê cuda ne. Ev jî şîyan û taqeteke taybet dixwaze û nuweyên vê qudretê di te de hene.
Kurê min!
Li pey îdealên bilind û ji te dûrtir û mezintir negere. Halê te çawa îqtîza bike divê tevgerên te jî wisa sade û hêmin bin. Eger te xwe xiste bin barên giran ên ku ji taqet û hedê te zêdetirin, wê hingê tê zû bibetilî û axir tê naçar dev ji hemû karan berdî. Loma divê pergalek û sivikîyek bo xebatên te hebe. Û tişta ku ne karê te ye, xwe pê va meke. Gumlekê ku ne yê te ye, pîyê xwa tê ra meke.
Kurê min!
Ez li te şîretan dikim. Lê ditirsim ‘aqubeta findê li min were. Lewra find derdora xwe ronî dike û ew bi xwe dihele. Hêvîdar im ez jî tu jî ji van şîretan mifayê werbigirin.
Kurê min!
Tu car bêhîvî nebe. Lewra ev emre Xweda ye. “La teqnetû” emrekî ji rêzê nîne. Lê hêvî her heye. Lewra Xanî di Mem û Zîn’a xwe de wiha dinehwirîne. Ez jî dikevime dilê dîsgotina wî;
Sed mertebe gerçî em xirab in
Emma ji te naumîdî nabin
Fîlcumle me cumle xas û ‘aman
‘Asî û şeqî û natemaman
Têkra bi şefa’eta xwe xas ke
Vêkra me ji agirî xilas ke
Yan weke ku Mela Xelîl dibêje;
Welê rehma Xwedê zaf e
Sema erd û heta qaf e
La teqnetû dilek saf e
Umîdim rehmeta rehman.