Çi Bikim ji Vê Dinê

Çi Bikim ji Vê Dinê
Yayınlama: 15.08.2022
A+
A-

Dilê min bû birîne
Çavê min hêsrê xwîne
Ber çavêm reş e jîne
Ezê çibkim-j vê dinê

Bihar li min nepirsî
Kulîlkê min çilmisî
Goştê canêm helisî
Ezê çibkim-j vê jînê

Hesreta te min pîr kir
Herdû çavê min kûr kir
Dilêm birîn û şûr kir
Ezê çibkim-j vê dinê

Erd ji tîna qelişî
Dinya-j zilmê felişî
Çar hawira êrîşî
Ezê çibkim-j vê jînê

Heqê jînê nehiştin
Bi zilm û zorê kuştin
Dinya-b agir biriştin
Ezê çibkim-j vê dinê

Ger roja te derneyê
Ev tarîtî hilneyê
Hukmê Îslamam neyê
Ezê çibkim-j vê jînê

Dewr bûye dewra pîsa
Dewra reqsa îblîsa
Tuneye mafê qelsa
Ezê çibkim-j vê dinê

Dinya bûye goristan
Bûye wek kole însan
Kanî gul û gulistan
Ezê çibkim-j vê jînê

Ezê çibkim-j vê jînê
Ezê çibkim-j vê dinê
Ger Îslam lê tunebe
Zê çibkim-j dara dinê

Zivistana bihar xwar
Dil û ceger bûye ar
Tije qîrîn û hewar
Ezê çibkim-j vê dinê

Birîn bi elem û jan
Jiyan bû barê giran
Bêxwedîne misliman
Ezê çibkim-j vê jînê

Çi şevek bêsibeye
Derdekî bêçareye
Hukmê Quran tuneye
Ezê çibkim-j vê dinê

Jiyanek bê’edalet
Bê hikmet û m’erîfet
Tune jê re tu qîmet
Ezê çibkim-j vê jînê

Yareb bide îmanê
Li ser riya Quranê
Mezin şeref û şanê
Ezê çibkim-j vê dinê

 

Bir Yorum Yazın

Ziyaretçi Yorumları - 0 Yorum

Henüz yorum yapılmamış.