Mardin,
6°C
açık
SE’yê 16 salî ku li taxa Mazindağı ya Mêrdînê rastî êrîşa çekdarî hat, tevî hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Bûyer danê êvarê li gundê Yalinağaç qewimî.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, SE’yê 16 salî ku sewal diçêrand, di encama êrîşa çekdarî ya kesek an jî kesên nasnameya wan nediyar de bi giranî birîndar bû.
Li ser agahiya kesên derdora wî, hêzên tenduristiyê û qanûnê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Zarokê ku bi giranî birîndar bû, tevî hemû mudaxeleyên li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê ku lê hatibû girtin, nekarî xilas bibe.
Piştî otopsiyê cenaze radestî malbata wî hat kirin.
Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.