1.2. Teşebbusên Çareseriyê yên Dewra Ak Partiyê
Hêzên Çekdar ên Artêşa Tirk, eşkere li hember îdara Sûriyê herb dianî rojevê. Ev jî bû sebeb ku Ebdullah Ocalan ji Sûriyê derkeve. Digel vê yekê, Ewropa jî li ber PKKê helwesta xwe nîşan dida û hinek fealiyetên wê yesax û qedexe dikirin. Ev yek nîşan dida ku ji bo orgutê dewreke zor dest pêdikir. Paşê serokê PKKê li tu welatî nedihat xwestin, hetta Îtalyaya ku Partiya Komonîst lê îktîdar bû bi xwe, li Ocalan xwedî dernediket, evana derdixist holê ku mêzîn guherîbûn. Di nav van şertan de Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kirin. Di pêvajoya piştî vêya de, Ocalan ji tirsa îdambûnê, li gorî daxwaza rayedarên dewletê, emir da ku orgut vekişe dervê sînor û şer neyê kirin. Tirkiyeyê bi îdareyên Îran, Iraq û Sûriyê re têkiliyên qenc bipêş xistin û bi Yewnanistanê re çareseriyê anî rojevê, ev jî bûn sedema ku PKK stratejîya xwe biguherîne.
Bi hilbijartinên meclîsê yên 3ê Mijdara 2002an, Ak Partî bi tena serê xwe îdara welêt xist bin kontrola xwe. Di heyama ewil a îktîdara xwe de, enerjîya xwe ji bo baştirkirina şert û mercên jiyana xelkê serf kir. Di siyasetê de jî ğeyret kir ku li nav welêt rasterast neyê pêşberî mîhraqên wesayetê û li derveyê welêt jî hewla jibo endamtiya tam a Yekîtiya Ewrûpayê da. Lê di vê dewrê de di warê pirsgirêka Kurd de, di sewiya gotinê de be jî nîşana ewil a “Pêvajoya Çareseriyê” hat dayîn. Di 2005an de Serokwezîr Receb Teyyîb Erdoğan, di mîtînga Diyarbekirê de li pirsgirêka kurd xwedî derket û îşareta ku wê îrada “çareseriyê” nîşan bide da. Ev yek atmosfereke musbet pêk anî. Di pêkanîna vê yekê de, digel ku para îdealên “firehbûnê” yên ji bo pêşeroja Tirkiyeyê yên Ak Partiyê hebû, tesîra ku PKKê di sala 2004an de ji aliyê mîhraqên hêzdar ve, dîsa teşebbusî êrîşên çekdarî dikir jî hebû. Her wiha teşwîqên alîyên lîberal-çepgîr ên pevgirtiyên dewra ewil a îktîdara Ak Partiyê ku nexasim li ser medyayê û ji aliyê îmaja li derveyê welêt bandoreke wan a mezin hebû jî zêde tesîr dikir.
Gava dem dibû 2009an, Ak Partî bi “Operasyonên Ergenekonê” li nav welêt digirt ser mîhraqên wesayetê. Di eynî wextê de alema ğerbê, jibona çavkaniyên enerjiyê yên wek gaza tebiî’ bi ewle neqlî Ewropayê bibin, meyla ku PKK bêçekdar bibe dikir. Lewra dombûna êrîşên PKKê, wê emniyeta xeta borîyên enerjiyê yên di sehayên pevçûnê re derbas dibûn, têxista rîsk û talûkê.
Bi misaîdbûna konjoktura hundur û derveyê, Ak Partî ewilî bi navê “Vebûna Kurd” an jî “Vebûna demokratîk”, paşê jî bi tesîra bertekên mîllîyetperwerî bi navê “Projeya Yekîtiya Mîllî û Biratiyê” hinek teşebbus rast kirin. Di sala 2013an de “pêvajoya çareseriyê” hat termînolojîkkirin. Gavên wek TVya Kurdî, dersa kurdî ya bijarte, guhertina di alfabeyê de, rakirina tetbîqatên wek sonda xwendekarên mekteba pêşîn hatin avêtin. Lê belê teşebbusên han, bi awayê wa’deyên kin û navîn û dirêj bi detay nehatin plankirin. Digel vêya tu ferqiyê nexistin navbera Pirsgirêka Kurd û bêçekdarkirina PKKê/tevlîkirina PKKê ya nav sîyasetê, li ser van xisûsiyetan pevre hatin sekinandin. Evana tev bûn sedema ku “pêvajoya çareseriyê” seqet hat holê. Hem hikûmet hem jî PKKê, heqên însanî yên sereke yên Kurdan, di destên xwe de rehîn hildan û ji hev re kirin mijara bazarîyê. Wekî din hikûmetê PKK wek tek temsîlkarê kurdan kire muxatab, lê orgutê ev yek bes qebûl nekir. Digel her tiştî PKKê, pêvajo wek gavên tasfiyekirina xwe dît, ne eşkere be jî bi desteka hevkariya Rûsya û Îranê û piştî 2010an jî bi desteka Îsraîlê di ber xwe da, li herêmê xebatên avakirina zemîna ku bibe hêzdarê serwer ê bêalternatîf pêk anîn. Di vî warî de, weka wê di beşên pêş de jî bi detay bên dîtin, hinek qezayên rê qewimîn/hatin qewimandin. Bi vî awayî tiştê ku Ak Partî ji bo “pêvajoya çareseriyê” difikirî, li gorî dixwest bi pêş neket.
2.1. Alîyên/Aktorên Eşkere û Veşartî Yên Pêvajoyê
Şayet bê qebûlkirin ku armanca esas a “pêvajoya çareseriyê” -ku beyanên alîyan di vî warî dene- tebîî’ alîyek ê mûxataban û çareseriyê, divê dikaribe temamê xelkê kurd temsîl bike. Lê hikûmetê ji dewra ku pêvajoya çareseriyê daye destpêkirin ve, ev xisûsiyet ciddî îhmal kiriye. Pirsgirêka kurd, tenê daxin sewiya mesela asayîşê, yekser pê xwe ji bin bar didin alî. Bêşek pirsgirêka kurd bi ser PKKê ve, zemîneke pevçûnê û ji lew a ewlehiyê peyde kiriye. Di vî warî de divê tebîî’ muxatab PKK be. Feqet heqên esasî yên kurdan, endeksî sîleha PKKê kirin, ev jî pirsgirêk, ji çareseriyê zêdetir, mesele bêtir tevlîhev kiriye.
Eger formata îdeal a meşandina “pêvajoya çareseriyê” li hêlekê bê hiştin, di dewrên borî de alîyekî pêvajoyê, di meqamê dewletê û şexsê Receb Teyyîb Erdoğan de, îktîdara Ak Partîyê ye. Alîyê din yê pêvajoyê jî PKK û şebekeyên wê ne. Jibo peyva “şebekeyên wê” gelek sebebên muhîm hene. Lewra îktîdara Ak Partiyê, di serokatiya Erdoğan de yekwicûd xuyaye, lê alîyê PKKê -hinek taktîkên bizanebûn bin jî- carna hevûdû derewçî dikin. PKKê, ji ber ku lîderê orgutê ye, Ocalan wek alîyekî pêvajoyê yê asayî qebûl kir, lê dewletê xwest ku Ocalan ne wek aliyekî duyem, wek mûxatabê ‘esil û tenê hilde. Dewletê bawer dikir ku tesîra Ocalan li ser orgutê xurte, ji lew dixwest Ocalan kontrol bike û pêvajoyê bimeşîne. Lê li dijî vêya PKKê metoda “kaosa bikontrol” şuxuland, dest bi êrîşên bitesîr kir û bi “înîsîyatîfa yekîneyên herêmî”, hewla ku Ocalan ne hakimê hedîseyane da. Orgut ne orguta 15 sal berê bû û di nav de destê Amerîka, Almanya û Îranê hebû, jibo peydekirina endam û mensûban, tu zehmetî nedidît û bûbû ku kengî bihata xwestin, ew wek sîleheke konvansiyonel dihate bikaranîn. Gaziyên Ocalan ên di Newrozê de, bi tiştekî nehatin hesibandin, dewletê nexwest ku pozîsyona Ocalan êdî bê niqaşkirin. Îcar qirar da ku seha BDP (Partiya Aştî û Demokrasiyê)/HDPê (Partiya Demokratîk a Gelan) bê firehtirkirin û di warê mûxatabiyetê de bibe aktorek. Lê vê xisûsiyetê, hinek meseleyên nû pêk anîn. Lewra mîhraqên hêzê yên navneteweyî ku bi ser HDPê re teşebbusî dîzaynkirina siyaseta hundur a Tirkiyeyê dikirin, rê li ber vekirin ku Ak Partî, bi awayê sînorên tesewwira HDPya bûye Tirkiyeyî derbas bike, têxin sehayê.
Ji lew di heqê Selahattîn Demîrtaşê hevserokê HDPê de, gotinên Bulent Arinçê alîkarê serokwezîr, meriv difikirîne: “Ev çil sale ez siyasetmedarim. Ez dizanim ku kî projeye yan na.” Bi vî awayî di rastî de eşkere dibû ku alîyên pêvajoyê, ji awayê xuya dikin ne îbaretin, li ser maseyê hêlên dizî hene. Di hevdîtinên Osloyê de, hebûna “welatekî ecnebî ya navbeynkar” jî îşaretî bal vê rewşê dikir. Her wiha hêla PKKê, jibo kontrolkirina agirbestîyê, bi israr dixwest ku “çavdêrê navneteweyî” hebe, ev jî di vî warî de “enflasyona terefan” nîşan dide.