Jibo keda mehmet baran
dîrok
dîrok bîrek e
bi şikêrên tagirtî terman dihembêje
pirî caran
dema ku ahenga
nalên hespan kur lê vedide
çavê axîneke bi tiraf diterife
diçê digel rûbareke ji xwînê
olan dide di navîskeke tarî de
şikêr
şikêr û talan
devî di devî de
li termekî çalkirî digerin
di wê mecdemînê de
hespên xwe dibezînin
li ser nexşa êşê
pîkol e her gav
li kîjan şikêrê vegerim
xwîsî dimîne di gewrîyê de
brîn
û şopa xwînê xwe dighînê singûwên
di paxila keçeke xama de
û li berbejna jinên wan diçirisê
hovîtîya wan
û xwîn hêjî ji qiloçên dehhakan dinuqute
û diçê li dargerînka êşê divedê
di vî nizarî de.
gelîyê zîla
sê çiq e dibêjin
çiqek jê bekiran e
û yek jê hemoyan
û ê dî jî hecî dêran e
û dayê dêran e
û ne emane ji me re
ji talan û ker-manekê bi şûnde
dibêjin her şikêr gornek e vedayî ye
li ser dilê me dikelê
di vî gelî de
Azad Rêbiwar