Helbesteke Salih Begê Hênî-MIN CAN BO DÎN FEDA YE

Helbesteke Salih Begê Hênî-MIN CAN BO DÎN FEDA YE
Yayınlama: 29.11.2022
A+
A-

Gerçî em ji dîtina dost û ehbaba bûne dûr

Bes bo nêzîkbûna rehmeta mewla her em in mesrûr

 

Her çiqas di riya heq de em malwêran û muflîs bin bes

Di gel vê wêranmalîyê di manê de her emin me’mûr

 

Ehlê heqq in em natirsin ji îdam û sêdaran

Lew bi rastdêrandina îlahî her em in mensûr

 

Ger çi derba li me ji hakimê hukumbetal bit jî

Bes her em in bo îfaya emrê Heq û şer’a şîrîn memûr

 

Ger ‘ebd zulmen ceza bidit me dîsa me perwa nîne

Lew me şek nîne ku em in ê li nig Ellah me’cûr

 

Salih im ez ehlê salah im, min can bo dîn feda ye

Bi lutfa heq em teşneganê  ava Kewser in

 

Wergêr: Cevdet Karaman

 

Bir Yorum Yazın

Ziyaretçi Yorumları - 0 Yorum

Henüz yorum yapılmamış.