,
Berî ku dewleta ‘Usmanî helweşe bi çend salan ‘Ebdullah Cewdet yek ji rewşenbîrên Kurdan di meqala xwe ya bi navê “Xîtabek (Bir Hitap)” de dibêje: “Milletekî ku dîroka wiya nivîsî û mukemmel tunebe ew millet her wekî ne jiyabe. Gelo dîroka Kurdan heye?”
Belê, dîroka Kuran helbet heye! Bes ji ber ku wek dîroka qewmên Muslumanên din piştî fikra neteweperestiyê bi usûl ne hatiye nivîsndin yan jî gelek kêm hatiye nivîsandin bi qiyasa qewmên Musluman yên din her wekî tunebe tê xuyakirin. Ji bona hebûna qewmekî tiştêkî ku lazim be û merev bêje tuneye bi merev gelek zor tê. Îja ku hebe lê tune were hesibandin ew zortir e
Dîrok bi çi çêdibe? Bi xizmeta ‘ilm û ‘irfan û medeniyetê, bi folklor û çandê, bi ‘egîdiya di seha siyaset û cengê de çêdibe. Qewmekî ku ji ‘alema ‘ilm û ‘irfanê feyz nesitendibe û tê de heyat nedîtibe bi şûr û sîleh û quwweta bedenê tenê jî pêşve naçe, bilind nabe, geş nabe, hetta hebûna xwe nikare bidomîne.
‘Egîtî û esaleta Kurdan ya ku ji xulqiyeta wan tê ji serdema Îslamiyetê a ewil de di nav seffên pêş yên leşkerî de xwe daye nîşandan. Di meydanên cengê de gelek xarîqe nîşandane. Her wiha di pêşeroja xwe de gelek ‘alim, dahî, şa’ir û nivîskar gihandine ku bi wan rengê dîroka Ummeta Îslamê guheriye. ‘Alimên wek Şêxulîslam Ebussu’ûd Efendî, muerrix Îbdnulesîr, Mela Guranî, Şêx Ehmedê Cizîrî, ‘Eliyê Herîrî; ji edîb û şa’iran wek Fuzûlî, Nef’î, Şêx Ehmedê Xanî, Mewlewî, Kurdî, Harîk, Nalî, Hecî Qadirê Koyî, Şêx Riza Talabanî yên herî raser ji Kurdan rabûne. Ji siyasetmedaran û betlên cengawer ê meydanên şerran fatihê Qudsa Şerîf Selaheddînê Eyyûbî û hevalên derdorê wî mîsala herî eşkere ye di vî warê de.
Ger ji rûpelên dîroka Îslamiyet û însaniyetê werin neqandin wê ji zana, murşid, rêber û siyasetmedarên Kurdan dîrokeke kamil derkeve ku ne kêmtir e ji dîroka qewmên din. Ewçağ dîroka Kurdan dîroka ummetê ye û dîroka ummetê jî a Kurda ye, ji hev nayên qetandin. Çimkî Kurdan di ti demê de ne ji bo coğrafyakê yan milletekî tenê xizmet kirine, ewil ji bo ummetê di dû re jî ji bo însaniyetê û li her buq’eyên erdê xizmet kirine, medeniyet avakirine û dîrok nivîsîne. Zanayên Kurdan bi hemî zimanan û ji bo hemî qewman berhem nivîsandine. Herî kêmtir jî bi zimanê Kurdî nivîsandine. Ji ğeyrî hinek şa’ir û edîbên meşhûr wek Cizîrî, Xanî, Bateyî û wekî wan, yên din bi zimanê ‘Erebî, Farisî û Tirkî nivîsandine.
Mîsaleke balkêş di vî derbarî de ev e: Zanayê meşhûrê Kurd Şêx Îdrîsê Bedlîsî berhemek dîrokê ya meşhûr bi navê Heşt Beheşt nivîsandiye. Bes dîroka kê û ji bo kê nivîsandiye? Heşt Beheşt bi me’na “heşt cennetan” menqibeyên heşt padîşahên ‘Usmanî ji bo Sultan Bayezîd û bi Farisî nivîsandiye. Evêya yek mîsalek tenê ye. Îdî bê hejmar mîsalên bi vî rengî hene. Ji ber van kirinên wanî bi vî rengî kesî lome jî li kesî nedikir, hetta teqdîr dikirin. Di edebiyata Kurdî de şi’rên ku ji wan re dibêjin “çargoşe” meşhûr in. Yanî şi’ra ku qit’eyên wê çar malik in û malikek bi ‘Erebî, yek bi Farisî, yek bi Tirkî, yek jî bi Kurmancî hatiye nivîsandin. Şa’irên Tirk û ‘Ereb û Farisan tişkî wiha ne nivîsandine. Şêx Riza Talabanî bi çar zimana “hîcaz” nivîsandiye, bes şa’irê ‘Ereb ê meşhûr Îmruulqeys bi ‘Erebî tenê nivîsandiye. Heger Kurdan alîkariya Alparslan nekirana di herba Melezgirtê de Selçûqî di wê herbê de wê bi ser neketanan. Heger Kurdan di herba Çeneqqelê de alîkarî nekiribûna ew herb wê bibûna hezîmeta ummetê. Heger Tirk hatibin di Enadolê de bi cî bûbin di vir de bi qasî Tirka rola Kurdan jî heye. Di pêşketin û geşbûna dewleta Selçûqî û ‘Usmaniyan de bi qasî Tirkan rola Kurd û ‘Ereban jî heye. Di dewleta Eyyûbiyan de bi qasî Kurdan a ‘Ereb û Tirkan jî heye. Dewleta Emewî, ‘Ebbasî û yên din jî her bi vî rengî ne.
Ne Kurdan tenê hemî qewmên Musluman jî bi vî rengî medeniyet avakirine. Navê dewletan bi navê qewman ne dihat zikirkirin. Eyyûbî Kurd bûn bes dewlet ne a Kurdan bû. Selçûqî û ‘Usmanî Tirkbûn, Emewî û ‘Ebbasî jî ‘Erebbûn bes dewlet ne a Tirkan yan a ‘Erebanbû. ‘Alim û zana ne bi navê qewman dihatin zikirkirin, navê wan “alimên Îslamê” bû. Teva bi hev re ceng kirine, siyaset kirine, berhem nivîsandine, şi’r û edebiyat çêkirine, “Darulislam” avakirine û “dîroka ummetê” anîne wucûdê. Ji bo nivîsandina dîrokeke nû pêwistî bi xwendin û jiyandina dîrokê ji nû ve heye. Bes bi qarrewarrên nejadperestî dîrok nayê nivîsandin, belkî dîroka heye jî tê herirmandin. Piştî fikra qewmiyetê ku dewletên netewî sazbûn, nejadperestên nav qewmên Musluman dîroka ummetê avêtin û li dîroka beriya Îslamê a cahilî xwedî derketin. Ji nav dîroka ummetê jî tiştê ku bi destê qewmê wan hatibû kirin neqandin, dîrokeke netewî çêkirin û bi gelek sefsete û xurafeyan jî xemilandin û herrimandin. Ji ber ku Kurd nebûn dewlet hineka gotin “dîroka Kurdan tuneye”, hineka jî got “esasen qewmekî bi navê Kurd tune ye”.
Fikra qewmiyetê serbilindiya dîroka ummetê li ber çavên wan reşkir. Piştî vê fikrê, nejadperestên qewman redd û înkar û tehqîra hevdû kirin, îdî dîrokeke bi ‘izzet û serbilind ne jiyandin ne jî nivîsandin. Li hember dujminên xwe sitûxwar man, li ber deriyê wan li serbilindiyê geriyan. Hal ew e, ê ku Mela Goranî (Molla Guranî) kir “Molla Guranî” dewleta ‘Usmanîbû, ê ku Sultan Fatih Mûhemmed jî kir “Fatih” Molla Guranîbû. “Fatih”ê Tirk û “Goranî”yê Kurd ne ji hev cuda, bi hev re serbilindbûne, dîrok çêkirine “ummet” avakirine. Ji bo nivîsandina dîrokeke nû heger dîrok ji nû ve were xwendin wê diyar bibe ku di heqîqetê de dîroka Kurdan a ummetê ye, dîroka ummetê jî a Kurda ye. Her wekî Tirk û ‘Ereb û Farisan.