Havîn… Demsala xebatê… Xebata jibo qûtê zivistanê… Havîna însan, dema ciwantîya wî ye. Lewra jibo xebatê, li ser xwe ye, qeweta wî li cî ye, zexm e. Ji xwe re karek dibîne û dixebite. Dema ciwantî ji dest çû, qewet namîne, kislanî û tembelî dest pê dike. Însan ji bona axreta xwe jî lazim e di ciwantîya xwe de zêdetir bixebite.
Vaye hat dîsa demsala xebatê, jibo kesên cotkar. Havîn… Kele kela ‘erdê, paleyî, bênder, qirim, das, tevrik, çape… Ez dibêjim ev gotin hinek xerîb tên ji me re. Lewra hêdî hêdî şeklê xebatê jî, aletên xebatê jî û xebat bixwe jî guherîye. Ne paleyî maye îro, ne genim li ser bênderan têne ba kirin, ne qirim û das mane pê herine paleyîyê, ne tevrik mane pê herine çapê. Traxtorê me hene di nava saetekî de ‘erdê cot dikin, firfirkê me hene li pey cot tovê me direşînin, paşê kulfetor û tapan dikin. Ku bû bihar bi rehma Xweda debir têne avdan, havîna germ jî debrê me dipijîne dema çinandinê hate bîçer dikeve nava debrê û seranser genimê me diçine, valayî romorqê dike, ew jî berê xwe dide bajêr ji bona firotinê… Ya rastî giranî û zehmetîya cotkaran nemaye.
Ew çax gelî xwendevanên hêja, werin em vê gotinê bi awayekî din bixwînin. Kevirê Havînê Bavê Kadînê… Heger em ‘umrê însanekî bişibhînin salekî, di ‘umrê însan de jî bihar, havîn, payîz û zivistan hene…
Bihar… Demsala çêbûn û nûbûnê. Tovên bin axê zîl didin û hêdî hêdî xwe bibal ser axê ve hildikşînin. Ji bona însan bihar welidandine. Wek tovê zîl dide û xwe hildikşîne ser erdê. Belê muhtacê dîya xwe ye, muhtacê şîrê wê ye. Dê, li ewladê xwe bi rehmet û şefqet dinhêre. Wî mezin dike heta ciwantîya wî.
Havîn… Demsala xebatê… Xebata jibo qûtê zivistanê… Havîna însan, dema ciwantîya wî ye. Lewra jibo xebatê, li ser xwe ye, qeweta wî li cîye, zexm e. Ji xwe re karek dibîne û dixebite. Dema ciwantî ji dest çû, qewet namîne, kislanî û tembelî dest pê dike. Însan ji bona axreta xwe jî lazim e di ciwantîya xwe de zêdetir bixebite. Di nav milletê me de, çûna mizgeftan, kirina zikr û ‘îbadetan zêdetir karê extîyaran tê dîtin. Belê ev ğeletîyek e mezin e. Piştî qewet nema, mirin nêz bû, extîyarî dest pêkir, ji xwe mirin ji bîra meriv naçe, bi poşmanî meriv xwe dide zikr û ‘îbadetan. Serwerê me Hezretî Mûhemmed (s.x.l) di hedîseke xwe de dibêje “Bixêrtirê ciwanan, ewê ku dişibihe extîyaran”. Jibo vê heqîqetê, însan lazim e di ciwantîya xwe de, li ser mirinê û li ser axretê tefekkur bike, amadehîya xwe bike. Lewra mirin, ne jibo extîyaran tenê ye.
Payîz… Pelê daran zer dibin, hişk dibin. Dema veqetana ji darê ye. Hêdî hêdî xwe bi bal ‘erdê ve berdidin. Çêre hişk dibin, carek din berê xwe didin bin axê. Ew axa ku jê hatine. Ew axa ku jê çêbûne. Payîza ‘emrê însan, dema ber bi extîyarîyê ye. Hêdî hêdî nexweşî dest pêdikin. Ronahîya çavan kêm dibe, guh giran dibin, por diweşin. Gava kesekî di ‘eynikê de li xwe dinhêre, ax û wax dike. Dizane hinek tişt nêz bûne, roj ber bi ava ve diherike, belê destê wî ji dunyayê nabe.
Zivistan… Demsala sar û seqem. Mirina nebatan. Cûr bi cûr heywan terkê dîyar dikin jiber zivistanê. Gelo dema zivistana ‘emrê me hat emê bi kur ve terkê dîyar bikin. Ma gelo dîyareke ku emê berpê birevin heye! Welidîna di biharê de, xebata di havinê û çûna rojê ber bi rojava de qet hişê me ne anî serê me. Ma gelo di tûrikê me de çi heye, di havinê de me çi kir, me çi berhev kir û avête kadînê jibo axretê? Gelo dema zivistana me ya dawî hat ku kadîn û tûrikê me ne tije be, emê çi xwelî li serê xwe kin.
Belê… Hin ji me hê di havîna ‘emrê xwe de, hin ji me jî gihîştine payîzê… Ka gelo amadehîya me jibo zivistanê çiye?