Xelkê Mêrdînê ji miqabeleya ku di alema Îslamê de bûye wek kevneşopîyek û ev bû 14 esr e berdewam dike re teweccûhekî mezin nîşan dide.
Muqabeleya ku di meha Remezanê de tê kirin, di hemû camîyan de tê xwendin. Muqabele ku Pêxemberê me (selat û selam li ser wî be) di meha Remezanê de bi tevî Cebraîl (eleyîsselam) Qurana Pîroz dixweyînin e, di hemû camîyan de tê xwendin û ev kevneşopî tê berdewamkirin.
Melayê Camîya Nuhoglu Abdullatîf Bîlgîn, îfade kir ku ew di camîya xwe de ne tenê di meha Remezanê de, ew di her rojê de vê muqabeleyê dikin.
Bîlgîn weha got, “Kevneşopîya muqabeleyê sinettekî ku ji Pêxemberê me ji me re maye ye. Pêxemberê me Eleyhîsselam bi tevî Cebraîl Eleyhîsselam bi rûbirû Quranê diwendin û muqabeleyê dikirin. Pêxemberê me di sala xwe ya dawîn de du caran miqabeleyê kirîye û ev sinnet heta îro ji me re gihaştîye. Em jî niha muqabeleya xwe dixweyînin. Em di camîya xwe de salik 12 meh di nimêja serê sibehê de muqabeleyê dikin. Encax di meha Remezanê de cuzekî dixweyînin û wîya jî dikin du parçe nîvê wî di nimêja nîvroyê de nîvê dinê jî di nimêja esrê de dixweyînin.”
“Berê di meha Remezanê de mirovên ku ne Misilman bûn jî li derve xwarinê nedixarin”
Huseyîn Bayca ku ji cemaeta camîyê ye destnîşan kir ku îsal Remezan xweş derbas dibe lê dîsa çavê wan li Remezanên berê ye, “Remezan xweş derbas dibe, muqabeleya me xweş e. Heta ku ji min tê ez her roj beşdarî muqabeleyê dibim. Hemd ji Xwedê re ku wî van rojan jî ji me re nîşan da. Helbet di navbera Remezanên îro û yên berê de ferq heye. Berê di dema rojîyê de tu kes di derve de xwarinê nedixwar. Li Mêrdînê mirovên ku ne Misilmanin hene, ew jî ji dikanên xwe re perdeyan diavêtin. Ciwanên me di vê meseleyê de gelek kêm in. Xwedê bila alîkarîya hemû kesan bike.”
Bayca di axavtina xwe de derheqê Xezzeyê de jî axivî û weha got, “Rebbê min bila alîkarê xûşk û birayên me yên Xezzeyê be. Duaya me ya herî mezin di vê Remezanê de ev e. Qetilkirina xûşk û birayên me yên li wê derê qirkirinekî ye. Di vê mehê de di serî de Netenyahuyê zalim û keşmerên wî, zarok û pîrekên mesum qetil dikin. Em dixwazin ku bila bi lez û bez ev qetlîam dawî bibe.”
“Xezze bûye birînekî ummetê ku xwîn diherikîne”
Habîb Bîlgîn jî weha îfade kir, “Hemd ji Rebbê min re ku em gihaştin meha Remezanê. Remezan, bi tevî paşîv, fitarî û muqabeleya xwe gelek xweş e. Bi xêra xoceyên me xwendina me jî baş dibe. Hema hema her roj em têne camîyê. Remezan xweş derbas dibe. Encax di alîyekî de jî Xezze ji bo ummetê bûye birînekî ku jê xwîn diherike. Rebbê min bila ji hemû ummetê re yekîtîyê bike nisîb.” (ÎLKHA)