,

Maduroyê Serokê Dewleta Venezuelayê: Dibe ku ji ber hezazê herî kêm 100 kes miribin

Maduroyê Serokê Dewleta Venezuelayê: Dibe ku ji ber hezazê herî kêm 100 kes miribin
Yayınlama: 12.10.2022
A+
A-

Maduroyê ku ji televîzyonê re axivî, destnîşan kir ku heta niha cesedê 39 kesan hat dîtin û hêj 59 kes jî winda ne.

Maduro, ji ber vê yekê îfade kir ku ji ber afetên tabi’î ew hêvîya 100 mirinê ne.

Venezuela, ji meha Îlonê vir ve dûçarê baranên zêde dibe. Barana dijwar ê ku di rojên dawîn de li bajara Las Tejerîasa ku nifûsê wê ji 50 hezarî zêdetir e û bajareke senayîyê ye dibare, bû sedema rabûna çem û newalan.

resim yükle
Tap Simulator Codes

Hezaz, gelek xanî û dikanan xera kir. Dar û devîyên ku ji daristanê bi hezazê rabûn ketin nav kolanan.

Di sala 1999an de li wîlayeta Vargasê hezazeke mezin pêk hatibû û bi deh hezaran mirov canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)

resim yükle
Tap Simulator Codes
Bir Yorum Yazın

Ziyaretçi Yorumları - 0 Yorum

Henüz yorum yapılmamış.