Têgihîştin ew e ku mirov bi baldarî ber bi tiştekî ve bizivire û ji wî tiştî haydar be. Ji aliyê din ve rastî jî tê wateya hemû tiştên ku hene û heqîqet e. Ev rewş li gorî ferqa perspektîf, dem, zemîn û her wiha li gorî ferqa bawerî, fikr û ramanên mirovan dikare ji hev cuda be. Di wêneya jorîn de, cismeke ku bi sê alî ye di bin çavkaniyeke ronahiyê de ji hêla sê aliyên cuda ve têne dîtin û li gorî vê jî sê wêneyên cuda di zemînan de xuya dike.
Li vir perspektîfên cuda, foktorên zemîn û demê, li ser têgihîştinê û her wiha li ser têgihîştina rastiyê bandorê dikin. Ji ber ku, qet guhertinek li ser objeyê hêj tune ye, tenê li gorî perspektîf, zemîn û demê dîmenên cuda cuda derdikevin holê. Di wêneyê jorîn de tenê sê dîmenên cuda yên heman dem û heman tiştê hene. Ev rewş dihêle ku li gorî faktora perspektîf, zemîn û demê ve bi dîtinên cuda dîmenên cuda jî hebin. Di gel vê yekê rengê zemînê jî bandorê li wêneya ku di vê nuqteyê de pêk tê dike. Di vî alî de ger rengê zemîn reş bûya wêneyê cisma me nedihate dîtin.
Ka em çend mînakên din ên cuda bidin, da ku mijar baştir were fêmkirin.
Mîna ku di wêneyê jor de jî tê dîtin, heman cism (hejmara 6 yan 9) li gorî cudahiya perspektîfê du rastiyên cuda nîşan dide.
Wekî din di mînaka fîl de jî, ceribandineke ku li ser têgihîştina fîl hatiye çêkirin em dibînin. Ev ceribandina navborî ji bo mirovên Hîndî yên ku berê qet fîl nedîtine hatiye çêkirin. Di ceribandinê de fîlek ku di hawîrdoreke tarî de hatiye bicihkirin û ji pirsa fîl çi ye re bersiv hatiye xwestin. Her kesên ku ketiye hundir bi destên xwe temasê fîl kiriye û piştre bersivan daye. Di encamê de yek ji wan gotiye “fîl dişebe xortumeke avê” ji ber ku destê xwe daye xortuma fîl, yê din gotiye “fîl dişibe sitûnê” ji ber ku destê xwe daye lingê fîl û yekî din jî gotiye “fîl dişibe baweşîn” ji ber ku ew jî destê xwe daye guhê fîl. Bi vî şeklî li gorî destdana fîl bersivên her kesî cuda bûne.
Kî xelet e? û Kî mafdar e?
Em di van mînakên jor da dibînin ku têgihîştina rastî û heqîqetê ji alî mirovan ve li gorî ferqa perspektîf, dîtin, dem û mekan diguhere û encamên cuda cuda derdikevin holê. Ji ber vê yekê rastî û heqîqeta tiştek dibe ku ji tiştê ku xuya dike pir cudatir be yan dibe ku rastî û heqîqetê tenê ji aliyek ve nîşan bide, yan jî dibe ku belkî rastiyê qet nîşan nade û tiştên ku têne dîtin ne heqîqet bin.
Ji vî alî ve divê neyê jibîrkirin ku pespektîf û dîtina mirovan, hişmendiya fikr û raman û di gel dem û mekan xwedî bandore li ser têgihîştin û îfadeya rastiya tiştekî, da ku têgihîştina rastiyê biguhere.
Ez dixwazim bi gotina Malcom X ku di vê mijarê de gotiye biqedînim. Malcom X dibêje: “Ewqas zû xwe mehkûm nekin ku kesek mîna we tevnegere an mîna we nefikire. Lewra demek hebû ku tiştên ku îro hûn dizanin we berê nizanibû”.