Di erdheja ku li Fîlîpînan pêk hat de 36 kes birîndar bûn

Di erdheja ku li Fîlîpînan pêk hat de 36 kes birîndar bûn
Yayınlama: 26.10.2022
A+
A-

Rayedarên leşkerî gotin ku di erdheja ku li bajarên Norte û Abrayê tesîrdar bûne de 36 kes birîndar bûn.

Rayedaran xeyn ji vana diyar kirin ku gelek xanî, dêrên dîrokî, avahîyên dibistanê û nexweşxaneyan jî zirarê dîtin.

Enstîtûya Sîsmolojî û Volkanolojîya Fîlîpînan, diyar kir ku mezinahîya pêşî ya erdhejê 6.7 hatîye qeydkirin. Enstîtû dû re jî daxuyand ku mezinahîya erdhejê 6,4 e. Hat îfadekirin ku navenda erdhejê 7 kîlometre nêzê qesebeya Lagayana ku li wîlayeta Abrayê ye û 13 kîlometre di bin ‘erdê de hatîye qeydkirin.

Enstîtû, diyar kir ku piştî erdhejê ji 400î zêdetir erdhejên biçûk pêk hatine.

Erdhej bi tevî herêma Manîlaya paytext li gelek herêman hat hîskirin. Li gorî agahîyên mehellî erdhej di seatên êvarê de dema ku mirovan di xew de bûne pêk hatîye û mirovan jî ji tirsa xwe avêtine derve.

Fîlîpînan, ji ber cihê wî ya ku li “Çembera Agir” a Pasîfîkê ye tim û tim erdhej pêk tênê. (ÎLKHA)

Bir Yorum Yazın

Ziyaretçi Yorumları - 0 Yorum

Henüz yorum yapılmamış.