Qeza, li alîyê Orenkoya li ser rêya Kutahya-Tavşanliyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxsitin serwîsa karkeran, li traktoreke ku pincar barkirîbû qelibî. Di encama qezayê de şofêrê mînîbûsê û 12 kes birîndar bûn. Kesên birîndar, hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê. Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)