Li Çûnê Bûme Mêvan

Li Çûnê Bûme Mêvan
Yayınlama: 05.01.2023
A+
A-

‘Emrê min gihaye pêncihî li çûnê bûme mêvan
tiştin jê jibîr nabin êdî
di kurahiya dil de xewr dibim
û cor dibe li min tenahiya min
Mûsayê devqufilîme êdî
tuneye Harûnek û hevrêyek ji min re

ji evîneke rijî re dilê min dibe goristaneke bê kêl
poşmaniyên xwe bi tayê keserê
ji nû ve dikim ku riqa bikim
li jînê min tenê bawerî bi Xwedê û nivîsê anî
niza çima hê jî hînî piçek hesûdiyê nebûme ez

di kuçeya bêgaviyê de li şûna xencerekê dadigerim
lew di her serkeftinê de têkçûnek li dare
ji gelik çemên kûr buhurîm
lê di kurahî ya dil de xeniqîm
rûbareke keserê hê jî rê digre di dil de

Bir Yorum Yazın

Ziyaretçi Yorumları - 0 Yorum

Henüz yorum yapılmamış.