Li Entelyayê mîdîbûsa ku geştyar tê de bûn qelibî: Mirîyek, 13 birîndar

Li Entelyayê mîdîbûsa ku geştyar tê de bûn qelibî: Mirîyek, 13 birîndar
Yayınlama: 07.10.2022
A+
A-

Qeza, li ser Ceddeya Kardeş Kentlera nêzê Balafirgeha Kunduyê pêk hat.

Mîdîbûsa ku geştyarên biyanî tê de bûn, ji ber ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qelibî.

Li ser xeberdayînê ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 13 kes jî birîndar bûn.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

Bir Yorum Yazın

Ziyaretçi Yorumları - 0 Yorum

Henüz yorum yapılmamış.