Mele Fesîh Memîş: Gerek medreseyên me di bin banekî de bên komkirin

Mele Fesîh Memîş: Gerek medreseyên me di bin banekî de bên komkirin
Yayınlama: 22.10.2022
A+
A-

Fesîh Memîşê Alîkarê Serokê Şubeya Mêrdîn yê Dîyanet-Senê ku di Hevdîtina Aliman a 7emîn yê ku ji teref ÎTTÎHADUL ULEMAyê ve hatibû tertîpkirin de roportajê da û di roportaja xwe de bal kişand ku gerek medreseyên ku welatên Îslamê fealîyetan dikin di bin banekî de bên komkirin.

Memîş, ji axavtina xwe re bi dayîna sipasîyê a ji wan kesên ku bernameyeke ewakî tertîp kirine re şîyand û weha got, “Ez van bernameyan gelek muhîm dibînim. Çîmkî li gelek cihên dinyayê alim kom dibin. Em daîma qala meseleya îxtîlafê dikin û dibêjin ku îxtîlaf me di paş de dihêle. Eger ku alim werin cem hev û yekîtî çêbibe wê di nav ummetê de jî yekîtî çêbibe. Înşaallah ev jî ji bona yekîtîyê gava ‘ewil bibe.”

Memîş weha axavtina xwe zêde kir, “Pêxemberê me di hedîsekî xwe de weha dibêje,’Du sinif heye ku ew islah bibin ewê hemû civak islah bibe, ger ku îfsad bibin  jî ewê hemû civak îfsad bibin. Ji vana yek alim in yên dinê jî rêvebir in.’”

Memîş di dawîya axavtina xwe de weha got, “Bûyîna aliman a li vê derê û gotubejkirinên wan pir girîng e. Li welatê me li gelek deveran medreseyên Îslamê hene. Piraniya kesên tên vir alimên ku li medreseyan ders didin an jî kesên meraqdar in. Ji ber vê yekê hem li vir û hem jî li welatên din di medreseyan de li ser rê û rêbazên medreseyan fikr û raman têne danûstandin. Bi hêviya ku di demên pêş de ji bo van medreseyan rêbazeke hevpar bê sepandin. Hem li welatê me û hem jî li welatên din ger rêvebirên medreseyan piştgirî bikin wê çêtir be. Piştgiriyek neyê dayîn jî medrese bi xwe dikarin saziyeke hevpar ava bikin. Belgeya ku dê di merasîma mezûniyetê de bê dayîn dê di pêşerojê de wekî dîplomaya navneteweyî bi komîta ku ji hêla medreseyên welêt ve were avakirin re derbasdar be. Bi rastî, saziyên fermî yên li gelek welatan dema ku karbidestên dînî hilbijêrin dikarin van belgeyan li ber çavan bigirin.” (ÎLKHA)

Bir Yorum Yazın

Ziyaretçi Yorumları - 0 Yorum

Henüz yorum yapılmamış.