‘Alimek Welûd û Rêzanek Navdar “Mela ‘Ebdulkerîmê Muderrîs”

‘Alimek Welûd û Rêzanek Navdar “Mela ‘Ebdulkerîmê Muderrîs”
Yayınlama: 11.09.2022
A+
A-

Sitêrkek ji sitêrên pirrtîrêj û bi şewq di asîmanê ‘alema Îslam û di sedsala bîstem de li gundekê nêzî bajarê Merîwana Kurdistana Rojhelat hat ser rûyê dunyayê. Ew wêjenas, nivîskarek welûdê piralî û ‘almekî herî mezin bû ku bi Farisî, Kurdî û ‘Erebî gelek berhem nivîsî.  Xwendevan ji gelek welatên dunyayê ê wek Pakistan, Malîzya, Misir, Yemen, Hîndîstan, Tunis, Cezayîr, Endenusya û… h.wd. dihatin li cem wî dixwendin û  û bi îftîxareke mezin di dîwana  wî de rûdniştin.

Seyda di navbera salên 1899-1905an de ji dayik bûye. Di vî warî de ew bi xwe li cîhekî dibêje ku; “Ez di sala 1903yan de ji dayik bûm e.”  Li cihekî din jî dibêje: Ez di sala 1905an de ji dayik bûme.” Feqîrî û naçarîya dinyayê hê di wextê zaroktîya wî de bi pêsîra seyda digre ku di pênc salîya ‘umrê wî de bavê wî wefat dike û ew sêwî dimîne.

Seyda di destpêkê de li gundên wek gundê “Beyele, Esrawa, Kanî Sanan, Lencawa, Serdoş, Balik û Giwêzekwêre” li derdora bajêrê Merîwan, li Kurdistana Rojhelat dest bi xwendinê dike.  Piştî çend salên din di sala 1916an de diya wî jî wefat dike. Piştî wefata diya xwe seyda li gundê Kanî Sanan û Deretfê xwendina xwe ya di medresa de didomîne. Piştî xwendina li van gundan seyda diçe li bajarê Silêmanî, Biyare û ‘Ebeylê li cem gelek melayê mu’teber perwerde dibe. Di nav seydayên seyda de seydayê herî bi nav û deng Şêx ‘Umerê Qeredaxî ye. Seyda xwendina xwe ya dawî li cem wî temam dike û di 21 salîya ‘umrê xwe de îcaza xwe ya melatîyê jî wî werdigre.

Piştî wergirtina îcazê Mela ‘Ebdulkerîmê muderrîs bi muddetê çar salan dibe mela û mederrîsê gundê Nêrgsecar. Paşê di sala 1928an de diçe Xaneqaya Biyare û wek muderrîs bist û çar sala li wir dimîne. Seyda di sala 1925an de ji wir diçe bajarê Silêmanî, sê salan jî li wir bi tedrîsê ve mijûl dibe. Piştî sê salan seyda ji Silêmanî diçe Kerkûk û ‘heft salan jî wek muderrîs xizmeta ‘ilm û îrfanê dike. Di sala 1961an de Seyda ji Kerkûk diçe payîtexta ‘ilmê kevnarê bi navê Beẋda û di tekya Şêx ‘Ebdulqadirê Geylanî de bi muddetê çil û çar salan konê ‘ilm û zanînê vedigre. Seyda li Beẋda wek qendîleke der û dora xwe ronî ke. Li Bexdayê cîhê wezîfa seyda bo ‘alema Îslamê dibe wek merkeza ‘ilm û zanîn û şêwr û mişêwrê. Ji her terefê ‘alema Îslamê gelek kes tên li ber destê seyda perwerde dibin û dixwînin. Seyda bi qasî bist û neh salan jî wek muftîyê giştîyê ‘İraq wezîfa xwe bi kar anîye. Ji şêstî zêdetir berhemên wî hene. Wî  hem bo dînê Îslamê hem jî bo edebîyata Kurdî xizmeteke giranbha kiriye.

Seyda jiyana xwe bi zuhd û teqwayê borandîye. Ji salên 1990 bigre ta dawîya ‘umrê xwe bi şev û roj li Bexdayê di mizgeft û meqamê Şêx ‘Ebdulqadrê Geylanî de maye. Seyda bi dîsîplîneke muntezem wextê xwe li ser sê beşan dabeş kiriye.

1.Piştî nimêja sibê  ders daye. Ji ber ku ew ji te‘ssubê dûr bû Xwendevanên wî ji hemî mezheb û mîlletên cuda bûn. Wî di warê ‘ilmê de wek Tuhfa Îbnî Ḥecer çend dersên zor daye ku mamosteyê wan pirr kêm bûn. Loma her roj bi deha xwendekaran li ba wî dixwend.

  1. Seyda ‘heyata xwe ya piştî nîvro bo pêşwazîya mêvanan û ‘helkirina pirsigirêkên wan terxan kiribû. Ji gelek deverên cîhanê mêhvanê wî dihatin û pirsên şerî‘etê jê pirs dikrin. Ew hîç ‘aciz nedibû û bi awayeke mutewazi’ berisva pirsa her kesî dida.
  2. Seyda pênc ta şeş sa’etên xwe yên şevê jî bo nivîsê terxan kıribû. Seyda di vê muddeta şevê de bi nivîsandina nivîsên olî, wêje, te‘hqîqî û dîrokî ve meşẋul dibû.

Muftîtîya bajarê Bexda nêzî sed salan di bin destê ‘alimê Kurd de bû. Seydayê Mela ‘Ebdulkerîm jî çend salan bû muftîyê Beẋda. Mixabin piştî wefata seyda ta nuha ne Kurdan, ne jî ‘Erebên ‘Îraqê nikarbûn kesekî biken muftiyê giştî yê ‘İraqê.  Çunku seyda şexsîyeteke mu’tedîl, ‘alemek bê minnet û beynelmilel bû. Wî qet fetwa li gor kêfa hikumetê nedida, gelek caran dewletê jê daxwaz dikir ku fetwayekî li gor kêfa îdarê bide lê wî ev daxwaz qebul nedikir. Bo vê jî di nav ‘alema îslamê de hurmeteka mezin lê dihat girtin. Ewên ku mezheb û ‘hizrê wan digel seyda cuda bûn jî dema ku kaxezê seyda ji bo wan diçû yan navê wî dihat hurmet lê digirtin.

Seyda bo Zimanê Kurdî jî xizmeteke giranbiha kiriye. Ew yekemîn kese ku xutbeyên înê bi Zimanê kurdî gotiye. Dîsa ew yekemîn kes e ku hem di warê şerî‘eta Îslamê de hem jî di warê zansitên din de bi kurdî berhem nivîsîye. Keda seyda ya di warê edebiyata Kurdî ya kilasîk de jî bê hempa ye. Lewra ew yekem kes e ku dîwan û helbestên “Nalî , Mewlewî , Salim û Mehwî” şerh kiriye. Eger wî lêkolîn li ser wan berheman nekirba, ta nuha jî kesekî dê nekariba wek wî tehqîqa wan pirtukan bike ku hinek ji wan berheman nuha di zanîngeha Ezherê de li Mîsrê wek ders tên xwendin.

Seyda digel ku muftîyê giştî yê ‘İraqê bû jî di muddetê temmamê jiyana xwe de kesek mutewazi’ bû û wek warisê enbîya jîna xwe domand. Wî gelek qîmet dida zarokan. Gelek caran zarok dihatin oda wî, ew ji wan ‘aciz nedibû û weke dibîstanê Qur’an bi wan dida xwendin.

Seyda ji pertûkên biçûkê wek pertûkên zaroka bigre ta dawîya zanistên şerî‘etê bi Kurdî, ‘Erebî û Farisî di gelek waran de pirtûk te’lîf kiriye. Ew hîç ne bi meqam ne jî bi ‘ilmê xwe meẋrûr nebûye, daîma li ser teqwa û zuhdê bi zahidî jiyaye.

Seyda ne tenê nivîskar bû, ew di heman demê de şairek hêja bû jî. Wî di helbestên xwe de wek “Namî” mexles bikar dianî.  Di warê ‘ilmê Bedî’ ‘Erûz û Şîretan de wek helbest berhemên wî yê menzûm hene.

Her wekî ku me di nav metnê de jî beyan kir seyda ta dawîya jiyana xwe li Beẋdayê di Tekya Geylanî dima û wek qendîleke der û dora xwe ronî dikir.  Mixabin bo seyda muddetê teqdîra emrê Heq di 28ê Tebaxa sala 2005an de li Beẋdayê tecellî kir. Wî ji dunya fanî mala xwe bar kir û ji nav me çû. Nuha ew li Beẋdayê di goristana Mizgefta Şêx ‘Ebdulqadirê Geylanî de cîranê Şêx ‘Ebdulqadirê Geylanî ye.

Du‘a me ya dawî bo wî her eve ku Xwedê Te‘ala me û wî li axretê biẋefrîne, ẋerqî re‘hma xwe bike û di cennetê de jî bi cîrantîya peyẋemberan şad û bextewar bike. Li dunyayê jî wî û ‘alimên wek wî nede jibîrkirin û me ji ‘ilmê wanê qenc mehrûm neke.

 

Çend Berhemên ‘Ebdulkerîmê Muderrîs evin:

 

Tefsîrî namî: Ev berhem tefsîra Qur’anê ye, ji heft cîlda pêk hatiye û bi Kurdîya Soranî hatiye nivîsandin.

Dû rişte: Ev berhema seyda ferhengeke menzûma ‘Erebî û Kurdî ye.

Xulasey Tefsîrî Namî: Her wekî ji navê wê dixwîye ev berhema seyda wek meal xulasa Tefsîra Namî ye ku “Namî” mexlesa seyda ye.

Şerî‘etî Îslam:  Ev berhema seyda di warê şerîeta Îslamê de wek çar cîldan bi zimanê Kurdî hatîye te’lîfkirin.

Danîşmendanê Kurd Der Xidmetê ‘Îlm û Dîn: Seyda ev berhema xwe di warê danasîna zanayên Kurdê ku xizmeta ‘ilm û dîn kirine de bi zimanê Farisî nivîsîye.

Tesrîfî Zincanî: Seyda ev berhema xwe di warê tefsîrê de bi Kurdîya Soranî nivîsîye

Binemaley Zanyaran: Wate Malbata ‘Aliman, Ev berhema seyda di warê danasîna malbata ‘aliman de ye û bi Zimanê Kurdî hatiye nivîsandin.

Beharistanî Mewlana Camî: Ev berhema seyda wek helbest wergera “Beharîstana Mewlana Camî ye bo zimanê Kurdî.

Şerha Dîwana Feqî Qadirê Hemewend: Seyda ev berhema xwe wek şerha “Dîwana Feqî Qadirê Hemewend” nivîsîye û tê de helbestên wî şîrove kiriye.

Şerha Dîwana Mehwî: Ev berhema seyda wek cildek şerha Dîwana Mehwîyê navdar e. Ji ber ku Mehwî hem şa’irek navdar hem jî mutewsewifek hêja bû di dîwana wî de gelek xalên tesewufê cîh girtine. Seyda jî ev dîwan bi berfirehî bi Kurdîya Soranî şîrove kiriye.

Şerha Dîwana Nalî: Seyda di vê berhema xwe de Dîwana Nalî bi soranî şerh kiriye

Şerha Dîwana Mewlewîyê Kurd: Seyda Dîwana Mewlewîyê Kurd bi berfirehî şîrove kiriye.

Cewahîrul-fetawa: Seyda di vê berhema xwe de bi Zimanê ‘Erebî fetwayên ‘alimên Kurd wek çar cîld civandîye.

Mewahîburrehman: Ev berhem ji teref seyda ve wek tefsîra Qur’anê bi zimanê êrebî hatîye nîvîsandin û heşt cild e.

Ulema’una Fî Xidmetîl-Îlmî Wed-dîn: Seyda di vê berhema xwe ya giranbiha de bi Zimanê ‘Erebî bi cildeka mezin jiyana ‘alimên Kurd ê ku ji ‘alema ‘ilmê re xizmet kirine nivîsîye.

‘Eqîdey Merzîye: Ev berhem pirtukeke Mewlewîya Kurd e û ji 2452 malikan pêk tê. Seyda  ev berhem şirove kiriye.

Bedî’ û ‘Erûzî Namî: Ev berhema seyda di warê edebîyatê de li ser ‘ilmê bedî’ û ‘erûzê bi Zimanê kurdî û bi şekla nezim û pexşanê hatiye nivîsandin.

Rojgarî Jiyanim: Wate roj û serdema jiyanê min. Seyda di vê berhema xwe de bi Kurdîya Soranî serpêhatîya jiyana xwe vegotiye.

Mektubatî Kak Ehmedî Şêx: Ev berhem ji 4 cildan pêk hatîye.  Seyda di vê berhemê de hemî mektûb û nivîsê ‘alimê navdar Kak Ehmedî Şêxî berhevkiriye ku tevahîya wan di derbarê şerî’etê de ne û Kak Ehmed ew ji gundên Kurda re şandine.

Yadî Merdan: Ev berhem  ji 2 Cildan pêk tê. Cilda yekem taybete bi jiyan û xebatê Mewlana Xalîdê Neqişbendî û ya dûyem jî behsa jiyanê şêxên neqişbendîyê devera hewramanê dike. Ev berhema seyda bi soranî ye.

Wefatname:Seyda di vê berhemê de behsa wefatnama pêxemberî dike.

Nûrî Îslam: Seyda di vê pirtûkê de bi nezm û pexşan behsa ruknên îslamê dike.

Nûrî Quran: Seyda di vê pirtûkê de bi nezim û pexşan behsa ‘îlmê quranê dike.

Hec Name: Seyda di vê pirtûkê de çewanîya merasîma hecê bi Zimanî Kurdî beyan kiriye.

Witarî Ayînî: Ev pirtûk gelek xutbeyên roja înê pêk hatîye û bi Zimanê Kurdî.

Esasî Se‘adet: pirtûk bi helbest behsa bawer û adab û şîretan dike.

Ji bil van berheman seyda wek “Îman û Îslam, Rêgay rehber, Rêgay Pêxember, Serçawey Ayîn, Sosenî Kosar, Şemamey Bondar, Şewçira, Şimşêrkarî, Keramatî Hezretî Ziyaeddîn, Mewludname û Mî’racname, Baranî Rehmet, Baxçey Gullan, Behar û Gulzar, Sena û Skala, Munacat, Namey Bextyar, Namey Hoşyar, Honrawe Le Penay Pêxember û Yaranî Da, Wenewşey Nazdar û …h.w.d.” gelek pirtûkên din jî di derbarê bawer û ‘eqîde û şîret û adabê de nivîsîye.

 

Bir Yorum Yazın

Ziyaretçi Yorumları - 0 Yorum

Henüz yorum yapılmamış.